Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li bajarê Efrîn ê dagirkirî revand.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî zêde dibin.
Çavkaniyên xwecih li Efrîna dagirkirî aşkera kirin ku çeteyên “Polîsa Leşkerî” ên dewleta Tirk welatiyê bi navê Mihemed Mistefa Fewzî (42) yê ji gundê Kaxrê yê bajarê Mabeta yê Efrînê ber bi cihekî nediya ve revand.
Li gorî çavkaniyan, çeteyan Fewazî ji pêşiya mala wî ya nêzî Çerxerêya Newroz a bajarê Efrînê revandiye.


