Îro 3 welatî li Efrînê hatin revandin û ji bo berdana wan fidye ji malbatên wan hate xwestin.
Sûcên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li vir nesekinîn û niha derbasî meheke nû bûn.
Efrîn News 24 ragihand ku çeteyan li Efrînê 2 welatî ji navçeya Şêrawa revandin.
Navên her 2 welatiyan jî wiha ne:
Xelîl Ibrahîm Şawitî ji gundê Fafirtîn û Ehmed Xelîl Elî ji gundê Kebaşîn.
Efrîn News diyar kir ku çeteyan li hember berdana her yekê ji wan hezar û 500 dolar fidye ji malbatên wan xwestiye.
Çeteyan Mihemed ê 42 salî ber bi cihekî ne diyar ve birin
Li aliyekî din jî çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Mistefa Fewzî yê 42 ji gundê Kaxrê yê Mebatayê revand.
Çeteyan Mihemed Fewzî ber bi cihekî ne-diyar ve birin û heta niha aqûbeta wî nayê zanîn.
Sûcên dewleta Tirk a hov û çeteyên wê ku ji dema dagirkirina Efrînê destpê kirin e, heta vê kêliyê dewam dikin.
Armanc sereke ji van kiryaran koçberkirina Efrîniyên mayî û guhertina demografiya Efrînê ye.


