Kêliyek beriya niha zarokek (14) ji gundê Geraw yê girêdayî navçeya Axceler ket ava Zêyê Goptepe û xeniqî.
Piştre ji aliyê melevanên xwebexş yên Goptepe ve cenazeyê wî ji avê hate derxistin.
Kêliyek beriya niha zarokek (14) ji gundê Gerawî yê girêdayî navçeya Axceler ya girêdayî navçeya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ket ava Zêyê Goptepe û xeniqî.
Piştre ji aliyê melevanên xwebexş yên Goptepe ve cenazeyê wî ji avê hate derxistin.
Çavkaniyek ji Rêveberiya Parastina Sivîl ya Çemçemalê ji ajansa me re ragihand ku îro zarokekê 14 salî di gerek kargehekê ya ava Zêyê Goptepe ya girêdayî bajarokê Axceler yê ser bi navçeya Çemçemalê xeniqî.
Her wisa ragihand ku cenazeyê zarokê xeniqî ji aliyê melevanên xwebexş yên Goptepe ve ji avê hate derxistin.
Her wiha çavkanî ji ajansa me re ragihand ku navê zarokê xeniqî Şalaw Merîwane û ji gundê Geraw yê girêdayî Axcelerê ye.



