Piştî kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye, bi gefên Îranê yên li dijî Îsraîlê re, li herêmê alozî zêde dibe.
Waşington biryar da ku karwaneke nû a balafirên şer li Rojhilata Navîn bi cih bike.
Wezareta Parastinê ya Amerîka (PENTAGON) ragihand ku artêşa Amerîkayê ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn, wê karwaneke (fîlo) nû ya balafirên şer bişîne herêmê.
Di daxuyaniya ku şevê din ji aliyê Cîgira Berdevka Çapemeniyê ya Pentagonê Sabrina Singh ve hat dayîn de hat gotin,
“Amerîka ji bo kêmkirina aloziya ku ji aliyê Îranê yan jî hevalbend û alîgirên wê ve zêde dibe, gavên xwe diavêje.”
Di daxuyaniya PENTAGON’ê ya li ser mijarê hatî dayîn de careke din piştevaniya bi Îsraîlê re hate dubarekirin û ev tişt hate gotin:
Wezîrê Parastinê Lloyd Austin fermaneke nû daye hêzên leşkerî yên li herêmê, daku piştevaniya ji bo parastina Îsraîlê zêdetir bike.
Amerîka keştiyên xwe yên şer ên li Ewropa dişîne Rojhilata Navîn
Li gorî daxuyaniyê, ji bilî fîloya balafirên şer ên nû, DYA wê keştiyên şer ên xwedî hêza parastina mûşekên balistîkî jî li herêmên Fermandariya Ewropa û Fermandariya Navendî ya Amerîka jî bişêne herêmê.
Her wiha wê keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln li cihê keştiya balafiran a USS Theodore Roosevelt ku niha li herêmê kar dike bê bicihkirin.
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Joe Biden got;
Piştî gefên tolhildanê yên Îranê, ew “gelekî fikare” tundiya li Rojhilata Navîn zêde bibe.
Ji Biden peyama nearmakirina rewşê bo Tehran û Tel Evîvê
Biden diyar kir ku kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehranê alîkarî nedaye hewldanên agirbesta li Xezeyê.
Joe Biden anî ziman ku ew roja Pêncşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gelekî zelal axiviye û got:
“Bingeha me ya agirbestê heye.
Divê herdu alî li gorî vê yekê tevbigerin.”
Ji aliyê din ve, Netanyahu diyar kir ku welatê wî ji “serkeftineke tam” ya li dijî Hemasê kêmtir tiştek naxwaze û hêviya xwe jî anî ziman ku di demeke nêzîk de, agirbest pêk were.



