Duh bi şev li gundê Bokrîskan ya Binarê Qendîlê bi pêşengiya şaredariya Binarê Qendîl û Ciwanên Welatparêz, turnuvaya Futbolê ya bi navê ‘Şehîd Helmet Dêrelok û şehîd Karox Zargel’ bi tevlîbûna 28 tîman destpê kir.
Li ser navê Ciwanên Welatparêz Rehêl Hemedemîn beriya lîstokê axivî û got:
“Di rojek wiha ku dagirkerî û xiyaneta li dijî Gelê Kurd dewam dike, herwiha herêma Kurdistanê tê bombebaran kirin, me dest bi vê turnuvaya fitbolê kir.
Em ti carî li hemberî dijmin na rawestin û emê bi çalakiyên cûda bersiva dijmin bidin.
Di heman demê de em berxwedana gerîla pîroz dikin û piştgiriya xwe ji bo gerîlayên azadiyê radigihînin.”
Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm jî di merasîma destpêkirina turnuvayê de got:
“Em dixwazin bi vê turnuvayê, ciwan hîn zêdetir di warê fitbolê de pêşkevin, nêzî hev bibin û girîngiyê bidin hêza xwe.”



