Sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan-Sûriya Ciwan Siko derbarê êrîşê dagirkeriya tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê axivî û got: “PDK’ê rê li ber dagirkirina Başûr vekir.
Şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku li Başûr, nîşan dide ku planên dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûne.
Yekîtiya Kurdî çareseriya tekane ya parstina destkeftiyên gelê Kurd e.”
Ji meha Hezîrana borî ve artêşa Tirk a dagirker êrişên esîmanî û bejayî li dijî deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.
Ev êriş bi hevkariya PDK’ê tê kirin.
Girêdayî vê mijarê, sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya Ciwan Siko ji ajansa ANHA re axivî.
Ciwan Siko diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka avabûna xwe de siyasetên qirkirin û dagirkirinê dide meşandin.
Ciwan Siko: Piştî peymana di navbera Tirkiye hikumeta Bexdayê û PDK’ê êrîş zêde bûn
Siko anî ziman ku piştî peymana di navbera Tirkiye, hikumeta Bexdayê û PDK’ê êrîşên Tirkiyê zêde bûn.
sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya Ciwan Siko bêdengiya hikûmeta Iraqê û Başûr Kurdistanê ya li hember êrîşan şermezar kir.
Ciwan Siko: Planên dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûne
Ciwan Siko da zanîn ku şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê şerê gerîlayan bikin, nîşan dide ku planên dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûne.
Ciwan Siko: Yekitiya Kurdî çareseriya tekane ya parastina destkeftiyên gelê Kurd e
Siko anî ziman ku yekîtiya Kurdî çareseriya tekane ya parstina destkeftiyên gelê Kurd e.
Tevî gef û tundiyê jî cerdevan bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin



