Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê nêrazîbûn nîşanî êrîşên demên dawî yên li ser çanda Kurd da, ku ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve tê kirin û bang li her kesî kir ku beşdarî xeleka govendê bibin.
Komîteyê got: “Tiştên ku bi destê DAÎŞ’ê nikarîbûn bikin hewl didin ku bi êrîşên çandî pêk bînin.
Îro jî çi tawîzeke çandî ku gelê Kurd bide nîne.Ji ber wê ji divê ev pêvajo vegere serhildana çandî.”
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên demên dawî yên li ser çanda Kurd da, ku ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve tê kirin û bang li her kesî kir ku beşdarî xeleka govendê bibin.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de got:
“Li hemberî çand, ziman û hunera Kurdî ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve êrişên nijadperest-faşîst tên kirin li cîhanê mînakên xwe kêm hatine dîtin.
Her kes pir vekirî û eşkere dibîne ku em bi rejîmeke qirkirinê re rû bi rû ne ku dijminê taybetmendiyên Kurdî ye.”
Komîteya TEV-ÇAND PKK: Ji ber di şerde têk çûn dest bi êrîşên çandî kirin
komîteyê diyar kir ku konsepta şer ji aliyê gerilayan ve hat têkbirin ji ber wê êrîşî li ser çanda me dike û wiha anî ziman;
“Ji ber ku têkçûna xwe ya di vî şerî de dîtin, li dijî nirxên çandî dest bi êrişan kirin.
Êrişî nivîsên Kurdî, stranên Kurdî, kesên govendê digerînin, dikin û bi zextên faşîzan hewl didin mafên gel ên herî xwezayî tune bikin.
Bi van pratîkan dixwazin tevahiya hêzên azadî û demokrasiyê bêdeng bikin.”
Komîteya TEV-ÇAND PKK: Çand jîn e, exlaq e, rûmet e
TEV-ÇAND a PKK’ê diyar kir ku yê ku DAÎŞ’ê nekarî bike dixwazin bi êrîşên çandî pêk bine û wiha pê de çû:
“Tiştên ku bi destê DAÎŞ’ê nikarîbûn bikin hewl didin ku bi êrîşên çandî pêk bînin. Îro jî çi tawîzeke çandî ku gelê Kurd bide nîne.
Çand jîn e, exlaq e, rûmet e. Ji van tawîz nayê dayîn.
Zindan, gef, zext nikare çand, ziman û hunera Kurdî asteng bike.”
KOMÎTEYA TEV-ÇAND PKK: Divê gelê Kurd bi tenê neyê hiştin!
Komîteya TEV-ÇAND a PKK’ê anî ziman ku divê her kes piştgiriya gelê kurd bigre û got:
“Divê neyê jibîrkirin yên ku tehemilî Delîloya Kurdan nakin sibeh ew ê li Horona Lazan, Tirkan jî heman êrîşan pêk bînin. Bila gumana kesî ji vê nebe.
Ji ber ku ev êrîş karên Tirkîtiya Spî ne. Divê hemû gel li cem gelê Kurd be û helwestê nîşan bide.”
KOMÎTEYA TEV-ÇAND PKK: Li dijî êrişên faşîst divê xeleka ji govendê bê avakirin
Komîteya TEV-ÇAND a PKK’ê banga pêvajoyê veguherandina serhildana çandê kir:
“Em banga her kesî dikin ku teqez bi cil û bergên xwe yên Kurdî derkevin kolanan, qadan, govendên azadiyê bigerînin û bi tîlîliyan stranên Kurdî berz û bilind bikin. Û em banga ku vê pêvajoyê bizivirînîne serhildana çandê dikin.”



