Hat xwestin ku cerdevanan bibin herêmên şer ên li Zap, Avaşîn û Metîna.
Cerdevan ji ber vê yekê îstafa kirin.
Tevî ku gef li cerdevanan hat xwarin jî çûna operasyonê red kirin.
Dîroka birina cerdevanan 17’ê Tîrmehê hat diyarkirin.
Êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê ji Nîsana 2022’an ve dewam dikin û êrişên nû yên berfireh dest pê kirine.
Tirkiyê ku li herêmê bendên kontrolê ava kir û sewqiyata xwe ya leşkerî didomîne, ji cerdevanên li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Amed, Çewlig û Mêrdînê re teblîxat şand ku beşdarî operasyonê bibin.
Gelek cerdevanan bi hinceta ku naxwazin tev li operasyonan bibin dest bi îstîfayê kirin.
Hate zanîn ku bang li cerdevanan hatiye kirin ku biçin qereqolan û gef li wan hatiye xwarin ku beşdarî operasyonan bibin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hat diyarkirin ku tevî gefên li cerdevanan hatine xwarin her wiha bi tundiyê re jî rû bi rû mane.
Ji bo çûyîna herêma operasyonê 17’ê Tîrmehê diyar kirine.
Li gorî agahiyên Ajansa Roj News, hatiye plankirin ku di 17’ê tîrmehê de cerdevan bi komên ji 45 kesî pêk bên sewqî herêma operasyonê bên kirin.
Hat diyarkirin ku cerdevanên ku di vê çarçoveyê de ji bo biçin operasyonê gazî wan hatiye kirin, îstîfa xwe dane û nexwestine tev li operasyonê bibin.
Her wiha hat zanîn ku li navçeyên Kercews, Qabilcews, Qûbîn ên Êlihê heta niha zêdeyî 20 cerdevan îstifa kirine û gelek ji wan li malên xwe ne û neçûne operasyonê.
Hat eşkerkirin ku li navçeyên Dihê, Berwarî û Şîrwan ên Sêrtê cerdevanên ji ber neçarî operasyonê kirine û neçûne cihê erka xwe îstifa kirine.
Li gorî agahiyên ajansa MA’yê ji cerdevanên ku xwe gihandiyê belavkirî, cerdevanan diyar kirine ku wan çekên xwe daniye û bang li cerdevanên din jî kirin ku çekên xwe deynin.
Cerdevanan destnîşan kir ku ew ê di bin tu şert û mercan de şer nekin.



