Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî wê dest bi dayîna fatûreyên cotkaran bike.
Rêveberiya Xweser derbarê vê de daxuyanî da û got:
“Li ser bingeha civîna Rêveberiya Xweser, biryar hat dayîn ku roja Yekşemê 14’ê Tîrmehê dê dest bi dayîna fatûreyên çandiniyê bê kirin.
Pêvajoya dayîna nirxê genim ji cotkararan re ku berhemên genim li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dikin, ji bo demsala 2023-2024’an dê bi beşên li pey hev be, ku dê li gorî wê were ragihandin.
tabloyên binavkirî li gorî navendên dabînkirinê têne dabeş kirin.”



