Li Almaniyê Ciwanên Kurd li dijî êrişên li ser çanda Kurdî daketin qadan û bi gerandina dîlana Kurdî kiriyarên dewleta Tirk şermezar kirin.
Ciwanên Kurd û dostên xwe ji bo şermezarkirina êrişên qirkirina çandî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk tîne, çalakiyek li darxistin.
Li ber muzîka Kurdî çalakî li navenda bajrê Dortumund yê Almaniyayê hate birêvebirin.
Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn diyarkirin ku çanda Kurdî bi hebûna xwe dewlemende û ji nivşekî derbasî nivşekî bûye, ji ber wê bi êrişan nikarin tune bikin.
Ciwanan destnîşan kirin ku wê piştgiriyê bidin çand û wiha gotin:
“Ji bo xurtkirina çanda Kurd em ê têkoşîna xwe bidomînin û dewlemendiya wê biparêzin û dawî li zextan bînin.”



