Tevgera Çand û Hûnerê ya Rojava (TEV-ÇAND) li bajarê Dêrikê ji bo zarokan perwerdeyê havînê da destpêkirin.
Piştî bidawîbûna dibistanan her sal Tevgera Çand û Hûnerê ya Rojava (TEV-ÇAND) li bajarê Dêrikê perwerdê ji bo zarokan destpê dike.
Di perwerdeyê de, zarok perwerdeyên mûzîk û şano dibînin.
Rêvebera Giştî ya Navenda Dîcle a Çand û Huner Şemal Reşîd diyar kir ku perwerdeyên havînê yên ji meha Hezîranê ve destpê kiriye ji bo zarokan pir sûdmendin.
Perewerde hefteyê 2 rojan li navendê tê dayîn.
Armanca perwerdeyê ku zarok û civak fêrî çand û hûnera xwe bibin, da ku çanda xwe ji bîr nekin.
Heftiyê carekê, roja înê hem li navend û hem jî li parka bajêr çalakiyên hûnerî yên wek muzik û şano çêdibin.



