Rewşenbîrên ji Reqayê li ser tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo dewam dike axivîn.
Rewşenbîran bang li rewşenbîrên sûriyê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna ronakbîriyê mezin bikin.
41 Meh in tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin.
Rewşenbîrên ji Reqayê têkildarî mijarê axivîn.
“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê rê li ber gelên din veke”
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Şewax El Elî diyar kir ku Rêber Apo çareseriyan pêşkêş dike û bi saya ramanên wê hêviya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bidestxistina mafên xwe û avakirina rêveberiya xweser bi cih hatin.
Şewax El Elî di serî rewşenbîr de bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo Rêber Apo kedeke mezintir bidin.
Şewax destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê rê li ber gelên din veke ku ji bo azadî û mafên xwe li dijî desthilatê rabin.
“Xwedîderketina li ramênên Rêber Apo erka her rewşenbîrekî ye”
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Mihemed El Izo jî bal kişand ser tecrîd û qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêber Apo tê meşandin û got:
“Rêber Apo rêberekî mezin e, li dijî zordestî tê dikoşe û banga azadiya gelan dike.
Mihemed El Izo bang li tevahî rewşenbîrên li Sûriyê kir ku xwedî li ramanên Rêber Apo derkevin û li gorî tezên wî kar bikin.
Her wiha anî ziman ku xwedîderketina li ramênên Rêber Apo erka her rewşenbîrekî ye.
“Mîsyon û rola rewşenbîran ronîkirina civakan e”
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Reed El Fadil jî bi bîr xist ku mîsyon û rola rewşenbîran ronîkirina civakan e û wiha domand
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were divê tevahî reweşenbîr xebateke mezin bidin, ramanên wî yên azad û nirxandinên wî yên der barê rewşa gelan û siyasetên desthilatdariyê yên li ser gelan belav bikin.”
Li Tirbespiyê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin



