Li Kobanê bi dirûşma “Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê tecîrdê têk bibin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin” şevbuhrêkek helbestan hat lidarxistin.
Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê bi amadebûna bi dehan helbestbavan û şêniyên kantonê şevbuhêrk li dar xistin.
Di şevbuhêrkê de Rêveberê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Firatê Ehmed Dalî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:
“Mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gel Rêber Apo e.
Em ê her tim çalakiyan bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”
Piştre helbest li ser Rêber Apo hatin xwendin.
Li Tirbespiyê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin



