Dewleta Tirk a dagirker gundekî Dêrikê bombebaran kir. Zerarên madî çêbûn.
Her wiha di danê êvarê de jî balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk gundê Şekiracê yê girêdayê bajarê Dêrikê bobmebaran kir.
Li gorî agahiyan depoya avê ya gund hatiye bombebaran kir.
Di encamê de tenê zerarên madî çêbûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2’ê Tebaxê jî artêşa Tirk a dagirker bi balafirekî bêmirov êrişî cihekî nêzî şirketa çemento ya li bajarokê Xanaserê ya Dêrikê kiribû.
Ji ber bombebaranê zerarên madî çêbûn.
Tevî êrişên li ser gelê herêmê, artêşa Tirk a qirker careke din êrişên xwe yên li ser binesazî û navendên xizmetguzariyê zêde kiriye.



