Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe piştî gundên bajarê Raco, niha jî dest bi şewitandina gundên bajarokê Bilbilê yên Efrînê kiriye.
Gundî ji bo vemirandina şewatê seferber bûn.
Piştî agir hat vemirandin jî malbatên çeteyan li herêmê darên şewitî û yên mayî ji hilkirin û ji bo firotinê birin bazarê.
Li aliyekê revandin û êşkencekirina xelkê Efrînê, Li aliyê din jî şewat û talankirina xwezaya Efrînê.
Ev rewşa li Efrînê ku ji roja dagirekirina bajar û heta niha ve dewam dike ye.
Artêşa Tirk û çeteyên xwe Efrîna bi darên xwe weke daristanekê dihat binavkirin, veguherînin çolistanekê.
Ev agirê ku hun dibînin yê li gundê Gola yê bajarokê Bilbilê ye.
Ji ber agirê ku ji doh ve çeteyan li gund pêxistî rûbereke berfireh şewitiye.
Çavkaniyên xwecihî ji herêmê ragihandin ku heta bi zarokên gund jî berşdarî vemirandina agir bûn.
Agir heta derengî şevê jî berdewam bû.
Her wiha hema çavkaniyan anîn ziman ku piştî ku xelkên gund agir vemirandin, hijmareke pir ji malbatên çeteyan hatin cihê şewatê.
Li gorî çavkaniyan van malbatan kon vegirtin û dest bi rakirina darên şewitî û yên mayî kirin.
Malbatên çeteyan van daran êdî li nava bazaran jî difiroşin.


