Li paytexta Almanya Berlînê li pêşiya konsolosxaneya Iraqê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta PDK’ê çalakî hate lidarxistin.
Beriya çalakiyê şandeya NAV-Berlîn dosyaya ku daxwazên wan bi nivîskî tê de hebû pêşkêşî Konsolosxaneya Iraqê kirin û çelenga reş danîn ber Konsolosxaneyê.
Di axaftina li ser navê şandeyê de hate diyarkirin ku divê dewleta Iraq li hember dagirkirina axa xwe bêdeng nemîne û wiha hate gotin:
“PDK bi peymanên skandal ên bi Tirkiyê re çêkirye, li dijî berjewendiyên gelê Kurd derketiye.
Li şûna ku erka xwe ya parastina gelê xwe pêk bîne, bi dewleteke ku bi dehan sal in Kurdan di bin zextê de digire, hevkariyê dike.
Divê demildest dawî li vê xiyanetê bê anîn. Civaka Kurd wê nehêle ku PDK berjewendiyên xwe li ser azadî û ewlehiya gelê me bigire.”
Di çalakiyê de bang li gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li hemer dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemînin û bibn xwedî helwest.



