Seatên sibehê ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker şewatek berfireh li gundê Kanî yê li sînorê parêzgeha Dihokê derket.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin:
“Seetên sibehê dewleta Tirk bi balefiran gundê Kanî yê li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de şewat li gund derket
Li gorî heman agahiyan, di encama bombebaranê de şewatek mezin li sînorê gund derketiye.
Hêjayî gotinêye ku li cihê şewat derketî, balefirek bê mirov ya dewleta Tirk lê ketibû.”



