Çekdarên nenas 2 kes li rojhilatê Siweydayê revandin.
Hate ragihandin ku di nav de zarokek 14 salî heye.
Çavkaniyan li herêmê ragihandin :
Çekdarên nenas zarokê bi navê Qusey Cuma El Remsan ê ji gundê Şiab ê rojhilatê Siweydayê û mêrekî ji êla El Tayce ya li herêma El Lace dema pez diçêrandin, revandine.
Heman çavkaniyan ku agahiyên xwe ji kurapê zarokê revandî wergirtiye, dan zanîn ku çekdaran êrişî Qusey û şivanê din kirine û bi zorê li erebeyê siwar kirine û ber bi rojhilatê gundê Tilêlîn ve reviyane.
Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku heta niha çarenûsa her duyan û sedema revandina wan nayê zanîn.



