CPT’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên esîmanî heta navçeya Çomanê birine û di vê hefteyê de 2 caran ev dever hatiye bombebarankirn.
Endamê rêxistina CPT ya Amerîkî Kamîran Osman ragihand ku balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker sê deverên bajarokê Qesrê yê girêdayî navçeya Çomanê bombebaran kirin.
Her wiha rêxistinê diyar kir ku êrişên esîmanî yên artêşa Tirk li ser bilindiyên Sêkanyan, Zînokan û Girdan li Keleka Balayan pêk hatine.
CPT’yê eşkere kir ku ev cara duyemîne artêşa Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de sînorê navçeya Çomanê bombebaran kiriye.
Her wiha da zanîn ku di 20’ê Tîrmehê de balafirên şer yên dewleta Tirk geliyê Gelejêrî, Girê Bîriyan yên li zozanên Berdespiyan ya li nêzîkî Çiyayê Girdugo yê ser bi navçeya Çomanê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de ti welatiyên sivîl nebûne qurbanî.
Li gor daneyên CPT’yê ji destpêka îsal ve ta niha ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê 19 welatiyên sivîl şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûn.



