Rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 274 roje ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Biryare ku Silêman Ehmed di 29’ê Tîrmehê de derkeve pêşberî dadgehê.
Derbarê vê yekê Parêzerê Germiyanê Kawa Letîf behsa azadiya çapemenî, asta serbixwetiya dadgehên Başûr û dadgehkirina Silêman Ehmed kir û got: “Dadgeh û dezgehên ewlehiyê rêzê ji rojnamevanî û azadiya ramanê re nagirin”FILM
Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.
Ev bû 274 rojin ew di girtîgeha PDK’ê de bi neheqî tê girtin.
Tevî derbasbûna demeke dijê jî heta niha Silêman tenê carekî ew jî roja 22’ê Gulanê karibû parêzerên xwe bibîne.
Piştî wê hevdîtinê heta niha ne parêzer ne jî malbatê karîne bi wî re hevdîtin bikin.
Kawa Letîf: Dezgehên ewlehyê rêzê ji azadadiya ramanê re nagrin
Parêzerê Germiyanê Kawa Letîf derbarê mijarê de ji ajansa Rojnews’ê re behsa asta serbixwetiya dadgehên Başûr û dadgehkirina Silêman Ehmed kir.
Parêzer Kawa Letîf derbarê azadiya derbirînê û ne serxwebixwetiya dadgehan de wiha got:
“Dadgeh û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê rêzê ji karê çapemeniyê û azadiya derbirînê nagirin.
Her wiha hin kes tên binçavkirin û destûr nayê dayîn ku parêzerên wî/wê hevdîtinê pêre bikin.
Di encama vê yekê de jî zêdetir tundiyê li rojnamevan, welatparêz û azadîxwazan dikin.”
Kawa Letîf: Di dadgehkirina Silêman de divê rêz li perensîbên dadweriyê bê girtin
Kawa Letîf balkêşand ser darizandina Silêman Ehmedî û wiha pêde çû:
Divê Silêman Ehmed di atmosfereke azad de bê dadgehkirin.
Di dema dadgehkirina wî de divê rêz ji prensîbên dadweriyê re bê girtin .
Di dema lêpirsîn û darizandinê de parêzerên wî jî amade bin.”
Parêzer Kawa Letîf di dawiyê de da zanîn ku di gorî qanûnê divê rojnamevan neyê girtin .
Silêman Ehmed wê 29’ê Tîrmehê derkeve pêşberî dadgehê
Ji xwe 3’ê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê biryar dabû ku Rojnamevan Silêman di 30’ê Hezîrana de were dagirzangin.
Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.
Li çar bajarên Brîtanyayê wê ji bo azadiya Silêman Ehmed çalakî bên lidarxistin



