Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê topbaran kir.
Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşan ev agahî par vekir:
“Êrîşên dewleta Tirk li ser gundewarên Minbicê bê navber didome.
Topbaran li ser gundên “El-Seyada, Um Celûd, Bak Wiran, El-Cet, El-Tuxar,
El-Kewkli û El-Dendaniye” bi topên hawanê û topên obîsan tên armanc kirin.
Bi gîştî 49 topên hawan, obîs û çekên giran hatin avêtin.
Cihên ku tên topbaran kirin cihê sîlîlane.
Topbaran kirina gundên minbicê hê jî didome.”
Hêjayî gotinê ye ku gundên kantona Minbicê yên ser bi eniyên şer hema hema rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker tên.



