Ji bo pêşxistina xebatên di navbera MSD’ê û partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nivîsgeha Têkiliyan bi Partiya Yekitiya Suryanî re li Hesekê panelek li dar xist.
Li wir beşdaran li ser wesîqeya siyasî, nexşerê û nêrîna MSD’ê bo çareseriya krîza Sûriyê, xal û dosiyên hevbeş di navbera wê û Partiya Yekitiya Suryanî de û derfeta pêşxistina xebatê nîqaş kirin.
Di encamê de ev encamname hatin dayîn:
“Beşdariya rasteqîn di xebata nîştimanî û nûnertiya dîplomasî li derve.
Navlêkirina gelê Suryan-Asurî li gorî Hevpeymana Civakî di civînên fermî de.
Xebitîna li ser şîrovekirina belge, nexşrê, nêrîna siyasî ya hêzên partiyetê ya suryanî-asûrî.
Berdewama hevkariyê bi MSD’ê re di çalakiyên bi armanca çareserkirina krîza Sûriyeyê.
Xebitîna bi MSD’ê, partî û hêzên siyasî re bo xwegihandina zemîneke guncaw der barê diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî de.
Pêkanîna erkên li ser milê Partiya Yekitiya Suryanî ji ber ku ji saziyên rêveberî û MSD’ê ye.”



