Hiqûqnas û Parêzerên li herêmê diyar kirin tecrîda li ser Rêber Apo kiryarekî ne qanûniye.
Hiqûqnas û Parêzerên anîn ziman ku divê parêzer serdanê bikin û rewşa qanûnî û tenduristî ya Rêber Apo nas bikin.
Her wiha destnîşan kirin ku dîlgirtina Rêber Apo derqanûnî ye û li dijî destûra Tirkiyeyê ye jî.
Dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo didomîne û serdana parêzeran qedexe dike.
Hiqûqnasên li Tebqayê jî diyar kir ku ev tecrîd, derqanûnî ye û divê dewleta Tirk vê siyasetê rawestîne.
Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm: Girtîgeha Îmraliyê, li dijî destûra Tirkiyeyê hatiye avakirin
Hiqûqnas Şadî El Îbrahîm li ser tecrîda li Îmraliyê axivî û got:
“Girtîgeha Îmraliyê, li dijî destûra Tirkiyeyê hatiye avakirin. Yanî ew derqanûnî ye.
Tevahî biryarên ji rêveberiya vê girtehê derdikevin, betal in.Dadgeha Ewropayê di biryara xwe ya dawîn de têkildarî girtîgeha Îmraliyê ev piştrast kiribû.”
El Îbrahîm diyar kir ku Tirkiye ji bo ku tecrîdê girantir bike û nehêle peywendî bi malbat an jî bi parêzeran re deyne, 3 madeyên têkildarî Rêber Apo li qanûna cezayan a Tirkiyeyê zêde kiriye.
Parêzer Ehmed Şaban: Dewleta Tirk rêgezên mafên mirovan û yên Neteweyên Yekbûyî binpê dike
Parêzer Ehmed Şaban El Ehmed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk rêgezên Neteweyên Yekbûyî binpê dike û ev anî ziman:
“Dewleta Tirk bi van sûcan, qanûnên xwe û yên cîhanê, rêgezên mafên mirovan û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike. Tirkiyeyê Îmralî kiriye herêmeke leşkerî ku nahêle parêzer serdana wî bikin û rewşa wî ya qanûnî û tenduristî nas bikin.”
Parêzer Ebdulhemîd El Xemrî: Divê rewşa girtiyên li Îmraliyê eşkere bibe
Parêzer Ebdulhemîd El Xemrî jî li ser qedexeya hevdîtana bi Rêber Apo re diyar kir ku dewleta Tirk qanûnan binpê dike û got:
“Tirkiye van sûcan wek kaxizeke zextê bi kar tîne û da zanîn ku li dijî qanûnên navneteweyî û peymanan e û heta li dijî destûra Tirkiyeyê bi xwe ye.
Ez bang li desteyên herêmî û navneteweyî, Rêxistina Efûyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikim ku rewşa girtiyên siyasî yên li Îmraliyê aşkera bikin.”



