Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Seyada yê dikeve rojavayê Minbicê bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşan ev aghî da:
“Doh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 12 topên hawanan gundê “El-Seyada” yê dikeve rojavayê Minbicê topbaran kir.
Her wiha gundên Ceblat El-Hemra û Tel Tûrînê yên rojavaye kantona minbice bi çekên giran kirin armanc .
Heya neha nêzî 300 mermiyên doşka avêtin her 2 gundan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku cihên ku tên armanc girtin cihê sivîlane.



