Di civîna Encûmena Bajêr a Kerkûkê de namzetê YNK’ê Rêbwar Taha bû waliyê nû yê Kerkûkê.
Serokê Yekîtiya Niştiman ya Kurdistanê YNK Bafil Celal Talebanî piştî hilbijartina waliyê Kerkûkê diyarkir ku wê YNK siyaseta Mam Celal bişopîne û bêyî cudahî ji bo hemû aliyên Kerkûkê kar bike.
Duh bi şev Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li otela Reşîd ya li Bexdayê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.
Civîna ku ji bo destnîşankirina waliyê nû yê Kerkûkê hat lidarixistin de 5 endamên YNK’ê, endamekê Xiristiyanan û 3 endamên Ereb bi giştî 9 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê beşdar bûn.
Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê ser bi YNK’ê Rêbwar Teha weke waliyê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.
Piştî hilbijartina walî, Serokê Yekîtiya NiştimanIya Kurdistanê YNK Bafil Celal Talebanî têkildarî mijarê axivî.
Bafil Celal Talebanî got:
Bafil Talebanî: Divê em Kerkûkê bikin mînaka bihevre jiyan û geşbûnê
“YNK li Kerkûkê weke Serok Mam Celal siyasetê dike, beriya ku em ji bo Kurdan kar bikin, emê ji bo hemû xwişk û birayên xwe yên din jî bixebitin.
Divê em Kerkûkê bikin mînaka bihevre jiyan û geşbûnê.
Hêvîdarim di çend salên din de li şûna ku bibêjin pirsgirêka Kerkûkê ye, bila bibêjin em dixwazin ev der bibe wek Kerkûkê.”
Serokê YNK’ê dawiyê de jî got:
“Ez pîrozbahiyê li hemû hevalên xwe û hemû pêkhateyên Kerkûkê dikim,
soz didim wan ku YNK’ê dê siyaseta Serok Mam Celal bi cih bîne,
emê bi heman çavan li hemû partiyan binêrin û heta partiyên din jî bidin pêşiya xwe.”



