Dadgeha Bilind a Iraqê, hemwextî salvegera 10’an a Komkujiya Êzidiyan biryara girtina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Azadî), PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ên li Iraqê û Başûr da.
Endamê MSD’ê Mihemed El Hesen derbarê mijarê de axivî û got:
“Biryara dadgeriya Iraqê ya li dijî hêzên siyasî, neheqî ye.
El Hesen destnîşan kir ku armanca PDK’ê ew e ku “Başûrê Kurdistanê bixe nav axa mîrektiya Osmanî”.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed El Hesen têkildarî mijarê axivî.
Mihemed El Hesen diyar kir ku ev biryar, siyasî û neheq e û got:
“Ev hêzên siyasî di oxira avakirina Iraqa demokratîk de bi hezaran ciwan feda kirin.
Biryarên wiha niyeta hêzên herêmî ji bo têkbirina ewlehiya herêmê eşkere dike.
Divê Hikumeta Federal, vê biryarê betal bike.”
“Divê Iraqî û Partiyên Demokratîk li hember biryara dadgeriya Iraqê dabisekinin”
El Hesen îşaret pê kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê berdewam in, êrişî bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê herêmê dike û wiha domand:
“Helwesta hikumeta Iraqê ne di cih de ye.
Divê Iraqî û partiyên demokratîk, li hember van biryaran bisekinin, ji ber ku mîna van biryaran, rê li pêşiya tevliheviyê vedike.”
Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk Mihemed El Hesen da zanîn ku Koordîneyek di navbera hikumeta Tirkiye û Iraqê de heye, ji ber ku dizanin ên li hember wan kiryarên faşîst bisekinin hene.
Her wiha Mihemed El Hesen bal kişand ser helwesta PDK’ê û diyar kir ku helwesta wê li hember doza Kurd neyînî ye û armanca wê “Başûrê Kurdistanê bixe nav axa mîrektiya Osmanî”.
El Hesen di dawiyê de destnîşan kir ku divê li hember hêzên zordest û desthilatdar berxwedan bê mezinkirin, ji ber ku rêya yekane ya têkbirina siyasetên li dijî gelên herêmê ye.



