Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê îro biryara girtina Tevgera Azadî û PADÊ da.
Piştî biryarê PADÊ ragihand ku ew ê îtîrazê bikin û got: “Ev biryar planek li dijî Şengalê ye.”
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî biryar şermezarkir û weke bêrêziya li beramber îradeya civaka Êzidî destnîşan kir.
Di demekî de ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkere li dijî gelê Kurd dest bi dagirkerî û qirkirinê kirî de, ji Iraqê gaveke tirajêdîk hat.
Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên a ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê ragihand.
Biryar li dijî Tevgera Azadî û PADÊ hate dayîn
Ew jî;
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê,
Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ)
û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê ne.
Balkêşe biryara girtina partiyan û bi taybet jî PADÊ di salvegera 10. a fermana Şengalê de derketiye.
Bi vê biryarê re tê dîtin ku Iraqê bi Tirkiyê re hevkariyê dike û dijî Şengalê di nava plan û projeyên qirê deye.
PADÊ: Ev mijareke siyasi ye emê biryara dadweriya Iraqê îtiraz bikin
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî têkildarî mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û wiha got:
“Biryara girtina PADÊ, weke gelek planên din planeke dijî Şengalê ye. Hemû endamên me fermîne û ji Êzidî û Erebên Şengalê pêktê. Armanca girtina PADÊ siyasî ye, kar û çalakiyên dimeşîne tê hedef girtin.”
PADÊ: Divê partiyên siyasî yên li Şengalê û Iraqê li hember vê bêdeng nemînin
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî ji partiyên siyasî yên li Şengalê û Iraqê jî xwest li dijî biryarê helwest bidin nîşan û ev tişt anî ziman:
“Bi vê biryarê hewl didin, pêşî li kar û xebatên ji bo Şengalê bigirin. Li gorî qanûnên dewletê nabe ti partiyeke siyasî bêyî hincet were girtin. Ji bo vê em ê îtîraz bikin. ”
MXDŞ: Biryara dijî PADÊ bêrêziya li beramberî Êzidiyane
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bi daxuyaniyeke nivîskî biryar şermezarkir û weke bêrêziya li beramber îradeya civaka Êzidî binav kir.
Meclisê wiha got:
“Ev bêrêziya beramber Êzidiyane û biryara dewleta Tirke. Divê Iraq vê biryarê demildest hilweşîne û dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne. Nexwe wê ev yek bibi sedema parçebûna Iraqê.”
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bang li civaka Êzidî, partî û saziyan kir ku xwedî li PADÊ derkevin.



