Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Xakurkê eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest û got:
“Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat tevlî gelek karên li herêmên cuda bûn, bûn milîtanên mînak, bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê ku cewhera wê fedaîtî ye têkoşiyan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 şehîdên eşkere kir.
HPG’ê li ser şahadeta her 3 gerîlayan diyar kir ku di Nîsana 2024’an de di encama êrişên dijmin de yên li ser herêma Xakurkê, hevrêyên wan şehîd bûn.”
HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna her 3 şehîdan wiha got:
“Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat ku weke ewladên herî bijarte yên gelê Kurdistanê metirsiya qirkirina çandî û fîzîkî ya li ser gelê me heta hucreyên xwe hîs dikirin.
Ji bo hêjayî vê rastiya gel bibin ku ew afirandin, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn.
Ev hevrêyên me yên hêja ku ji bo misogeriya azadiya gelê me ji her cûre fedakariyê re amade bûn, bi têkoşîna xwe ya destanî ya li nava refên gerîla, ev yek ispat kirin.
HPG: Hevrê yên me bûn mîlîtanên mînak yê Apoyî
Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat di nava şert û mercên herî giran û demên herî zehmet de bi îradeya Apoyî bi ser dijmin ve meşiyan.
Bi berxwedana xwe nîşan dan ku milîtaniya fedaî ya Apoyî têk naçe.
Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat tevlî gelek karên li herêmên cuda bûn.bûn milîtanên mînak.
Bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê ku cewhera wê fedaîtî ye têkoşiyan.
Serketin ji xwe re kirin armanc û ji me re bûn çavkaniya hêz û moralê.
Van hevrêyên me Sema Bahoz û Firat bîranînên xwe yên gelekî hêja û wezîfeyên şoreşgerî yên divê teqez bi ser bêne xistin ji me re hiştin.”
HPG: Em ê laîqî xeta têkoşîna şehîdan bin
HPG’ê soza mezinkirina têkoşînê da û got:
“Em soza xwe dubare dikin ku em ê hêjayî xeta têkoşînê ya hevrêyên xwe Sema, Bahoz û Firat bin.
Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Sema Cuya Çewlîk
Nav paşnav: Zîlan Azak
Navê Dayikê: Gulten
Navê Bav: Yuksel
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2024 / Xakurkê

Nasnav: Bahoz Hewlêr
Nav paşnav: Fawaz Oso
Navê Dayikê: Edûle
Navê Bav: Mahmûd
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2024 / Xakurkê

Nasnav: Firat Harûn
Nav paşnav: Halef Karacan
Navê Dayikê: Salîha
Navê Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2024 / Xakurkê



