Bertekên gelê herêmê yên ji bo şermezarkirina êrişên Hikûmeta Şamê û Dîfaa El Wetanî yên li ser Dêra Zorê berfireh dibin.
Pêkhateyên herêmê dibêjin: “Merc çi bin jî, em ê li kêleka şervanên xwe yên QSD’Ê bin û hevgirtina xwe biparêzin.”
Xelkê Dêra Zorê li dijî êrişên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfaa El Wetanî meşeke girseyî li darxistin.
Piştî meş veguherî mêtingê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da û ev peyam dan:
“Banga me li xelkê herêmê û bi taybetî ciwanên wê ye ku li hember van fitneyan rabin ser xwe.
Her wiha em bang li civaka navnetewî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û hesab ji Hikûmeta Şamê û çekdarên wê bixwaze”
Rûspiyên eşîr û qebîleyên Kurd û Ereb ên bajarokê Rimêlan jî bi heman armancê daxuyaniyek dan û wiha gotin:
“Hikûmeta Şamê bilihevkirina bi dewleta Tirk û destekdayîna komên çete yên girêdayî xwe re dixwaze kaosekê li herêmê derxe û aramiyê têk bibe.”
Rûspiyan diyar kirin ku ew bi her awayî û di hemû şert û mercî de amade ne li rex QSD’ê bisekinin.
Qebîleya Tey jî êriş şermezar kir û diyar kir ku ne Hikûmeta Şamê, ne dewleta Tirk û ne jî tu aliyekî din dikare destê wan, QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji hev qut bike û got:
“Em ê di her wextê de, merc çi bin jî li rex QSD’ê û hêzên xwe bin, ew nûnerên rewa yên tevahî pêkhateyên li herêmê ne.”
Li Qamişlo jî Meclisa Jin a Sûriyê da zanîn ku Hikûmeta Şamê komkujî li Dêra Zorê pêk anî û ev bang kir:
“Divê saziyên mafên mirovan û aliyên hiqûqî û navnetewî li hember van sûcên hovane bi erkên xwe rabin.”
Li Helebê jî Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM êriş şermezar kir û da zanîn ku gelê herêmê wê bi hevgirtina xwe van êrişan vala derxin û nehêlin ku armancên qirêj ên Hikûmeta Şamê bighêjin serî.



