Meclisa Jinan a Sûriyê li dijî êriş û komkujiyên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê yên li Dêrezorê daxuyaniyek da û bang li gelê herêmê kir ku yek dest bin û tevahî planên li dijî wan têne kirin vala derxin.
Çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê ji 7’ê Tebaxê ve, êrîşan li ser kantona Dêrazorê pêk tînin.
Di encamê de 11 welatiyên ku piraniya wan jin û zarok bûn Şehîd bûn.
Li dijî van êrîşan Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi tevlibûna Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê, Partiya Avakirin û Pêşxistina Sûriyê, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Yekitiya Suryaniyan,Desthilatdariya Neteweyî ya Erebî, Partiya Muhafazakar,
Partiya El-Wefaq, Sendîkaya Karkerên Kurd, Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, Partiya Keskan a Demokrat, Partiya Mîtînga Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê û endamên Meclisa Jinan a Sûriyê li bajarê Qamişloyê hat dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Partiya Guhertina Dîmokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan, ve hat xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Êrîşa ku ji aliyê koma Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê ve li Dêrezorê tê kirin piraniya qurbaniyên wê zarok û jin bûn, em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.
Sal bi sal krîza Sûriyê ber bi tuneleke girtî ve diçe bêyî ku tu nîşaneyên çareseriyê diyar bibin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku armanca êrîşan têkbirina projeya rêveberiya xweser e û wiha hate gotin:
”Ji bo têkbirina projeya rêveberiya xweser hemû hawildan têne kirin.
Projeyên Rêveberiya Xweser bingeha wê bihevrejiyana aştiyane ya pêkhateyên herêmê ye.”
Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrîşên ku îro bi destê hikûmeta şamê li Dêra Zorê têne kirin krîza sûriyê kûrtir dikin û wiha bi dawî kir:
Em weke Meclisa Jinên Sûriyê, bang li hemû aliyan dikin ku xwedî helwest bin, yek dest bin û planên hêzên dagirker vala derxin.



