Ruspî û Şêniyên kantona Dêra Zorê destnîşan kirin ku êrişên çekdarên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî herêmên wan, xelekek nû ji komkujiyên li dijî gelê Sûriyê û berdewama siyasetên çewisandinê ye û gotin:
“Em li hemberî van êrişan xwedî yek helwestê ne û ew amade ne li hemberî terorê jî bisekinin.
Em bi hêz û îradeya hêzên QSD’ê ji bo têkbirina hewldanên derxistina tevliheviyê, bawer in.”
Şêniyên gundewarê rojhilatê kantona Dêra Zorê êrişên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li dijî herêmê şermezar kirin.
Xelîl El Hindawî yê ji rojhilatê Dêra Zorê diyar kir ku herêmên wan bi awayekî ketober tên topbarankirin ku di encamê de zarok û sivîl tên qetilkirin û got:
“Ev komkujî jî siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gelê Sûriyê nîşan dide”
“Me bi çavê xwe komkujiya ku çekdarên Dîfa El Wetenî li dijî bajarokê El Dehle pêk aniye dît.
Ev komkujî jî siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gelê Sûriyê nîşan dide.
Ev çekdar mafên mirovan binpê dikin û sûcên dermirovî dikin.”
El Hindawî bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn van sûc û binpêkirinan rawestîne û sivîlên rojhilatê Dêrazorê biparêze.
“Hevî û baweriya me bi QSD re heye”
Xelîl El Hindawî piştgiriya xwe ji Hêzên QSD re nîşan da û berteka xwe ya redkirina vegera hêzên hikumeta Şamê li herêmê, nû kir.
Salih El Elî jî yê ji rojhilatê Dêra Zorê destnîşan kir ku ev êriş bi armanca derxistina fitneyê, têkbirina aramî û ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber pêşketina herêmê ne û ev yek anî ziman:
“Komkujiya ku çekdarên Dîfa El Wetenî pêk aniye berdewama sûcên li dijî gelê Sûriyê û xelekek ji siyasetên plankirî ya bi armanca tevliheviya herêmê ye.
Şêniyên herêmê li hemberî van êrişan xwedî yek helwestê ne û ew amade ne li hemberî terorê jî bisekinin.”
Rûspiyê gundewarê Dêra Zorê Mehmûd El Salih jî anî ziman ku berxwedana gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha ev êriş têk birine û got:
“Em bi hêz û îradeya hêzên QSD’ê ji bo têkbirina hewldanên derxistina tevliheviyê, bawer in.”



