Çeteyên koma Sultan Murad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên koma Sultan Murad a girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Rêzan Hesen Mihemed ê 43 salî revandiye.
Çavkaniyan da zanîn ku Rêzan Hesen Mihemed ji gundê Baflûrê yê Cindirêsê ye û li nêzî Nexweşxaneya Cîhan a li navenda bajarê Efrînê hatiye revandin.


