Kongra Star bi daxuyaniyek niviskî bêdengiya civata navneteweyî û aliyên siyasî a li dijî şer û komkujiyan li Xezayê tê meşandin şermezar kir û diyarkir ku divê hesab ji berpirsên komkujiyê re were xwestin.
meclisa kongra star der barê komkujiya li Dibistana Tabîn a li Xezayê ku Îsraîlê di 10’ê Tebaxê pêk anîbû, daxuyaniyek nîvisîkî parve kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de ew komkujî weke “sûcekî şer ê herî qirêjî” bi nav kir û destnîşan kir ku şerê li Xezayê ji bilî êş û azaran tiştek din nayne û wiha got:
Bêdengiya li dijî sûcên dijî mirovahiyê nayê qebûlkirin. Divê hesab ji berpirsên komkujiyê re were pirsîn.
Şerê li Xezayê wê civak û jinan azad neke, Lê belê xizmeta berjewendiyên desthilata dike.
Meclisa Kongra Star piştgiriya xwe bi gelê Filistînû “gelên ji bo edalet û azadiyê tê dikoşin” ragihand û wiha dewam kir:
Di serî de jinên cîhanê em bang li tevahî gelên bindest û hêzên demokrat dikin ku beşdarî têkoşînê bibin û li hemberî zilmê yekitiyê nîşan bidin.



