Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê êrişî dibistaneke ku koçber lê bicihbûne kir.
Di êrişê de, nêzî 100 kes hatin kuştin.
Îsraîlê îdia kir ku wan li navenda fermandariya Hemas a li dibistanê bû, xistiye.
Di nava peyamên agirbestê de, artêşa Îsraîlê êrişeke dijwar li dijî dibistanekê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişê de bêtirî 93 kes mirine û 47 jî birîndar bûne.
Ofîsa ragihandinê ya Hamasê diyar kir ku êrîş dema xwendekarên li dibistana Taxa Ed Derajê nimêja sibê dikirin pêk hat.
Heta amadekirina nûçeyê, hîna cenazeyên ji bin kavilan dihatin derxistin.
Berdevkê Saziya Parastina Sivîl a Filistînê Mahmud Bassal piştî êrîşê civîneke çapemeniyê li dar xist û got,
“Heta niha 93 şehîdên me hene ku 11 ji wan zarok û 6 jî jin in.”
Bassal da zanîn ku li kampusa dibistan lê ye nêzî 6 hezar kes lê dimînin.
Bassal di daxuyaniya xwe ya ji bo AFP da wiha got,
“3 roketen Îsraîlê li dibistana ku Filistiniyen ji cihen xwe bûne, ketin.”
Îsraîl: 20 çekdarên Hamas û Cîhada Îslamî hebûn
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku dibistana navborî navenda Hamasê heye.
Ji Berdevkên artêşê Orgeneral Nadav Shoşanî di peyama xwe ya li ser medya dijîtal de, ragihand ku di dibistanê de derdora 20 çekdarên Hamas û Cîhada Îslamî hene.
Ji 7’ê Cotmehê ve di navbera Hemas û Îsraîlê de, şerekî dijwar pêk tê.
Piraniya nifûsa şerîda Xezayê ku ji 2,4 mîlyonî pêk tê cihê xwe guhert.
Gelek ji van kesan li avahiyên dibistanan dimînin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heta 6’ê Tîrmehê, ji 564 dibistanan 477’an ziyan dîtine.
AFP’ê ragihand ku bi êrîşa îro re hejmara dibistanên ji 6’ê Tîrmehê ve li Xezeyê hatine armanckirin, derket 14’an.
Ajansê diyar kir ku li gorî agahiyên ku rayedarên li Xezeyê dane, di van êrîşan de bêtirî 290 kes mirine.



