Li rojhilatê Dêra Zorê ev 4 rojin leşkerên Hikumeta Şamê û çekdarên wê hewil didin aramiya herêmê têk bibin.
Hêzên QSD’ê jî, ji bo parastina ewlekariya herêmê derbên xurt li êrişkaran da.
Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ragihand 25 leşker û çekdarên Hikumeta Şamê hatine kuştin.
Meclisa eşkere kir ku ew ê komkujiyên li dijî xelkê Dêrazorê hatî kirin bê bersiv nehêlin.
Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Meclisê diyar kir ku di encama bersivdayîna êrişan de, 25 leşkerên Hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî hatine kuştin.
Meclisa Leşkerî a Dêra Zorê: 2 şervan şehîd û 10 jî birîndar bûn
Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku 2 şervan şehîd û 10 jî bi sivikî birîndar bûn e.
Meclisê bi berfirehî, daxuyakirin ku ew ê êriş bêbersiv nemînin û wiha got:
Meclisa Leşkerî a Dêra Zorê: Li Dêra Zorê 25 leşekr û çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin
“Hêzên me xisarên mezin dan komên êrişkar.
Wekî bîlançoya roja yekemîn a kuştiyên êrişkaran, tevî berpirsan, 25 çekdarên rejîmê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Piştî têkbirina êrişê, hêzên me li herêmên çeteyan hewl da bikevinê, operasyona lêgerînê da destpêkirin.”
Meclisê daxuyakirin ku di êrişên hêzên Şamê yên raste rast li dijî sivîlan pêk anî de, 13 sivîl şehîd û bêtirî 10 jî birîndar bûne.
Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê: Komkujî bê bersiv namînin
Meclisê teqezî bi wê yekê kir ku ewê ev êrş bê bersiv neyên hiştin û wiha domand:
“Ev êriş dikevin xizmeta çeteyên DAIŞ’ê ya hewil dide xwe zindî bike û terora xwe li herêmê belav bike.
Em ê bi hemû hêza xwe erka xwe ya parastina gelê xwe û herêmên xwe ji êrişan bidomînin.
Wê komkujî bê bersiv nemînin.
Em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.”
Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê: Şêniyên herêmê beşdarî berxwedan û bersivdana êrişan bûn
Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ji ber helwesta nîştîmanî ya xelkê herêmê jî spasiya wan kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:
“Xelkê herêmê bi pêkhateyên xwe ve hevkariya hêzên me kirin û beşdarî berxwedanê bûn.
Tevahî eşîr û qebîleyan, êrişên bi armanca herêmê veguherînîn qada şerê navxweyî ya ji bo xizmeta hêzên derve, red kirin.
Ji ber helwesta wan a nîştimanî û piştgiriya wan a bi hêzên me re, em tevahî gelê xwe yê Dêra Zorê û eşîrên herêmê silav dikin.”



