Hêzên Hikûmeta Şamê komkujiyek li gundewarên Dêra Zorê pêk anîn.
Bi topbaraneke dijwar, hikûmeta Şamê 11 sivîl li gundê Dehla kuştin.
Nîvê şevê, ji rojavayê firatê, Hêzên hikûmeta Şamê top avêtin gundên Dehla û Cidêdit Begara.
Li gundê Dehla 11 sivîl şehîd bûn
Di encama topbaranê de 11 sivîl şehîd bûn, piraniya wan jin û zarok in.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê navên her 11 şehîdan belav kirin û piştrast kir ku hemû topên hikûmeta Şamê bi ser malên sivîlan de ketine.
Ji 7’ê Tebaxê de, hikûmeta Şamê 13 sivîl li dêra zorê kuştine
Bi vî rengî, ji roja destpêkê de û heta niha 13 sivîl bi destê hêzên Şamê û çekdarên wê şehîd bûne û hejmareke mezin jî birndar bûye.



