Xelkê bajarê Kobanê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Asayişê şehîd Behrî Şêx Elî li goristana şehîdan oxir kirin.
Her wiha 4 şehîdên HPG’ê û QSD’ê bi merasîmekî xiyabî hatin bibîranîn.
Xelkê bajarê Kobanê bi girseyî ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Asayişê, şehîd Behrî Şêx Elî li goristana şehîdan kom bûn.
Endamê Asayîşê Behrî Şêx Elî 8’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû li Eyn Îsayê şehîd bûbû.
Di merasimê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Mihemed Bozî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Di Tebaxê de fermandar Egîd guleya yekemîn li dijî dagirkeriya Tirk teqand, bi wê giyanê emê li hember êrişên dijî destkeftiyên me li ber xwe bidin.”
Malbata şehîd jî soz da ku rêya şehîdê xwe dewam bikin.
4 şehîdên HPG û QSD’ê bi merasîmwke xiyabî hatin bibîranîn
Her wiha nasnameyên 4 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) û QSD’ê hatin eşkerakirin.
Navên wan wiha ne:
Şervanê QSD’ê Xelîl Îbrahîm ku 2013`an li gundê Baxdik ê kantona Firatê şehîd bûye.
Şervana HPG’ê Ararat Tolhildan (Sara Cezaîr) di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de 24`ê Nîsana 2024`an şehîd bûye.
Şervana HPG’ê Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa) di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de 30`yê Hezîrana 2024`an şehîd bûye.
Şervanê HPG’ê Bahoz Hewlêr (Fewaz Oso) ku Nîsanê di berxwedana li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûye.
Dawiyê, wesîqeyên şehadetê yên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.



