Şerê Îsraîl û Hemasê di 300 rojên xwe de didome.
Ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat ragihandin ku hejmara miriyan derket 39 hezar û 480’î.
Li aliyê din li gorî agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, leşkerên Îsraîlê li herêma leşkerî ya Kissufîm a li rojhilatê Dêr El Belahê 19 Filistînî berdan.
Şerê Îsraîl û Hemasê di 300 rojên xwe de didome.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê derbarê bîlançoya dawî de agahî parve kir.
Wezaretê da zanîn ku di 24 saetên dawî yên êrîşa artêşa Îsraîlê de 35 kes mirin û 55 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku hejmara miriyan derket 39 hezar û 480’î û hejmara birîndaran jî derket 91 hezar û 128’an.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Hat diyarkirin ku piraniya kesên di êrîşên Îsraîlê de mirin jin û zarok in, tê diyarkirin ku di encama êrîşan de 10 hezar Filistînî winda ne.
Îsraîl 19 kesên li Xezayê girtî bûn serbest berdan
Li aliyê din li gorî agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, leşkerên Îsraîlê li herêma leşkerî ya Kissufîm a li rojhilatê Dêr El Belahê 19 Filistînî berdan.
Fîlîstîniyên serbest hatin berdan diyar kirin ku di dema ku di girtîgehên Îsraîlê de rastî pêkanînên hovane, rêbazên curbecur ên îşkenceyê yên wekî birçîbûn, lêdan û heqaretan hatine.
Arteşa İsraile ji dema ku dest bi erişen bejayi yen li Xezeye kir heta niha jin, zarok, xebatkaren tenduristiye û parastina sivil di nav wan da bi hezaran Filistini binçav kirin.
Di daxuyaniya berê ya Hamasê da hat destnîşankirin ku girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de “ji birçîbûn, heqaret, tacîz û darvekirin” re rûbirû mane.



