Piştî pejirandina yasaya bihêzkirina seferberiyê di Gulana îsal de, Ukrayna her meh 30 hezar kesan dişîne leşkeriyê.
Ev hejmar du caran ji zivistana par zêdetir e.
Rojnameya New York Times destnîşan dike ku ne mimkun e ku meriv bi rengek serbixwe agahiyek wiha verast bike.
Rayedarên Ukraynayê bi fermî li ser vê mijarê şîrove nakin.
Di heman demê de hêvî heye ku heta dawiya vê havînê mimkûn be ku eniya xwe aram bike.
Rojnameya New York Times dinivîse ku piraniya leşkeran hîn di perwerdeyê de ne.
Û leşkerên ku berê xwe dane eniyê jî ji aliyê fizîkî ve ji operasyonên şer re ne amade ne.
Zagona seferberiyê ya nûjenkirî di 18’ê Gulanê de ket meriyetê.
Li gorî vê, ji hemû xort û yên temen mezin di navbera 18 û 60 salî de pêwîst bû ku di nava 60 rojan de agahiyên nasnameya xwe nû bikin.
Li gor daneyên Wezareta Parastina Neteweyî 4 milyon û 690 hezar û 496 kesên ku wezîfeya leşkerî dikin ev kar kirine.



