Di nûçeya WAFA ya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê tevahiya şevê bi êrîşên esmanî û topan baregehên niştecihên li deverên cuda yên Şerîda Xezayê kirine hedef.
Hat ragihandin ku di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê ya li dijî konên ku sivîlên koçber li herêma El-Mawasî ya bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê lê diman, gelek kes birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneya meydanî ya Xaça Sor a herêmê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser bajarokê Xan Yûnisê li başûrê welêt de sivîlek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn û topxaneyên Îsraîlê taxên El Zeytûn, El-Şucaiye û El-Tufah ên bajarê Xezayê kirin hedef.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di êrîşên li ser bajarê Xezeyê de jin û zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûne û tevahiya şevê herêma Cibaliya ya li bakur jî bûye hedef.
Di destpêka şer de herî kêm 16 hezar û 172 jê zarok 10 hezar û 798 jin 39 hezar û 618 kes mirin û 91 hezar û 223 kes jî birîndar bûn.



