Bi êrişên Hûsiyên Yemenê yên li dijî Îsraîlê re, aloziya navbera aliyan zêde bûye.
Îsraîlê piştî êrişa dawî ya li dijî wê hatî kirin, êrişî bendera Hudeyda ya Yemenê kir.
Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi êrişa dawiya ya Îsraîlê li ser Hûsiyên Yemenê, metirsiya aloziya li herêmê dijwartir bibe derketiye.
Îsraîl bendera Hudeyda ya li peravên Derya Sor a Yemenê kir armanc.
Ev êriş bi armanca tolhildana êrîşa kujer a dronê ya ku Hûsiyan pê êrişî Tel Avîvê kirî bû.
Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê a şevê din de, herî kêm 6 kes mirin.
Ajansa nûçeyan a Yemenê Saba ragihand ku di encama êrişa ku bûye sedema şewatekî mezin, 87 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniya xwe de artêşa Îsraîlê diyar kir ku li herêma Bendera Hudeydê wan li hêzên Hûsiyan xistiye.
Hat diyarkirin ku êrîşên esmanî “bersiva bi sedan êrîşên” çekdarên Hûsî yên demên dawî li dijî Îsraîlê pêk anî ye.
Şewata li bendera hudeyda ji gelek welatên Rojhilata Navîn hat dîtin
Wezîrê Parastinê yê Tel Avîvê Yoav Gallant yê 19’ê Tîrmehê anîbû ziman ku di êrişa Hûsiyan de, kesek miriye û gotîbû, “Xwîna welatiyên Îsraîlî biha heye.”
Gallant diyar kir ku êrîşa li ser Bendera Hudeydeyê ji bo komên din ên çekdar ên li Rojhilata Navîn ên ku Îran piştgiriya wan dike hişyariyek e.
Wezîrê Îsraîlê got:
“Agirê ku niha li Hudeydê pêketiye ji çar aliyên Rojhilata Navîn tê xuyakirin û peyama wê zelal e.”
Hate ragihadin ku moşekek hêzên Îsraîlî ya ji bejahî ve li dijî Îsraîlê hatî avêtin, hatiye bêbandorkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku beriya bûyerê hişyariya mûşekan li bendera bajarê Eîlatê ya li başûrê welêt hatiye dayîn.
Erebistana Siûdî: Ti têkiliya me bi êrîşa li ser Hudeydayê re nîne
Ji aliyeke din ve Erebistana Siûdî jî ragihand ku ti pêwendiya wê bi armanc kirina bajarê Hudeyde re nîne.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Erebîstana Siûdî ve hat dayîn de wiha hate gotin:
“Bila tu alî destûr nede ku qada hewayî ya Qraliyetê bê binpêkirin.”
Bendera Hûdeyda ya di bin kontrola hêzên Hûsiyan de ye, li Yemenê weke yek ji deverên herî sitratejîk tê dîtin.
Tevî şerê 2014’an ve li nava welat pêk tê, balkêşe ku êrişek wiha li dijî benderê pêk nehatibû.



