Hat ragihandin ku di teqîna ku li navenda Tel Avîva paytexta Îsraîlê li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê pêk hat de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa li Tel Avîvê Husiyên li Yemenê girtin ser xwe.
Her wiha li Şerîda Xezaayê çend malên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat bombekirin de 16 kes hatin kuştin û gelek zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
Li aliyê din jî artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê li avahiyeke 3 qatî kir armanc û endamekî Hizbullahê hat kuştin.
Li navenda Tel Avîv paytexta Îsraîlê, li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê bi şev teqîneke bihêz rû da.
Li gor daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Îsraîlî di êrîşê de kesekî temen mezin hate kuştin.
Ekîbên tenduristiyê bersiv dan 4 kesên ku ji ber şarapnelê û teqînê birîndar bûn, 2 kes li malê û 2 kes jî li kolanê bûn.
Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê, teqîna li Tel avîvê ji ber “amûreke hewayê” pêk hatiye û sîrenên hişyariyê nehatine bihîstin.
Di êrîşa dronê de li Îsraîlê kesek mir
Hat diyarkirin ku derbarê êrîşê de lêpirsîn hat vekirin û yekîneyên ewlehiyê li herêmê dixebitin.
Hat diyarkirin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê ji bo parastina qada hewayî ya Îsraîlê dewriyeyên xwe tund kirine û di hişyariya ewlehiya artêşê ya ji bo welatiyan da tu guhertin çênebûye.
Ji aliyê din ve Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyên Yemenê Yahya Serî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X’ê daxuyanî da.
Yahya Serî di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku êrîş li Tel avîvê hatiye kirin û diyar kir ku ewê hûrgiliyan piştre ragihînin.
Husiyan êrîşa li Tel Avîvê girt ser xwe
Di çapemeniya Îsraîlê de hat destnîşankirin ku teqîn li nêzî avahiya balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê pêk hatiye.
Hûsiyên Yemenê ragihandin ku li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, wan bi balafirên bêmirov û mûşekên rojhilatî êrîşeke tolhildanê li dijî Îsraîlê pêk anîne û dîmenên van êrîşan parve kirin.
Di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê de 16 Filistînî mirin
Ji aliyê din ve êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji hewayî, behrî û bejayî yên li dijî Şerîda Xezayê di roja 287’an de berdewam dikin.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Şerîda Xezayê bombebaran kir.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku çend malên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat bombekirin 16 kes hatin kuştin û gelek zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
Li Başûrê Lubnanê endamekî Hizbullahê hat kuştin
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê li avahiyeke 3 qatî kir armanc.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê avahî bi temamî hilweşiyaye û xebatên lêgerînê yên ji bo xilaskirina kesên di bin xirbeyan da mane dewam dikin.
Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşê de ragihand ku endamekî wan hatiye kuştin.
Saziya Parastina Sivîl a Lubnanê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrîşê de 12 kes birîndar bûne.



