Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê di roja 286’an de didomîne.
Di êrîşa 24 saet ên artêşa Îsraîlê de 54 kes mirin û 95 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li Şerîa Rojava jî ji destpêka şer ve 9 hezar û 720 kes hatin binçavkirin.
Ji 89 rojnamegerên ku ji 7’ê cotmehê vir ve hatibûn binçavkirin 51’ê wan hêj nehatine berdan.
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê di roja 286’an de didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve li Xezayê derbarê êrîşên Îsraîlê yên 286 rojan de agahî parve kir.
Wezaretê ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li herêmên curbecur ên Xezeyê 3 “komkujî” pêk anîn.
Di van êrîşan de 54 kes mirin û 95 kes jî birîndar bûn.
Her wiha Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li Şerîda Xezayê hejmara miriyan derket 38 hezar û 848’an û hejmara birîndaran jî derket 89 hezar û 459’an.
Di êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Xezayê 9 kes mirn
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Zewayide ya Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Şerîda Xezayê malek bombebaran kir.
Di êrîşê de 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa balefirên şer ên Îsraîlê ya li Kampa Penaberan a Nuseyratê hat kirin de herî kêm kesek mir û 15 kes jî birîndar bûn.
Li Kampa Penaberan a Bureyc a li navenda Şerîda Xezayê di êrîşa hewayî ya li ser malekê de 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn û 4 zarok jî winda bûn.
Îsraîl ji destpêka şer ve li Şerîa Rojava 9 hezar û 720 Filistînî binçavkirin
Li aliyê din ji hêla Komeleya Girtiyên Fîlîstînî û Şandeya Girtî û Azadkirî ve der barê binçavkirinên leşkerên Îsraîlê yên li Şerîa Rojava de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bajarên Hebron, Ramallah, Nablus û Beytlehem ên Şerîa Rojava û herwiha li Qudsa Rojhilat bi ser malên Filistîniyan da girtin û di van serdegirtinan de herî kêm 18 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê di serdegirtinan de li welatiyên Filistînî xistine û zirar dane malan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilatê ji 7ê cotmehê ve 9 hezar û 720 kes hatin binçavkirin.
Li Şerîa Rojava 51 rojnamevan girtî ne
Her wiha di daxuyaniya Komeleyê de ev tişt hatin gotin:
“Di nav kesên hatin binçavkirin de rojnameger jî hene.
Ji 89 rojnamegerên ku ji 7’ê cotmehê vir ve hatibûn binçavkirin 51’ê wan hêj nehatine berdan.
6 ji kesên hatin binçavkirin Rojnamegerên jinin û herî kêm 16 ji wan ji Xezayê ne.”



