Doh salvegera 8’emîn a şehîdata nûçegihanê ajansa Rojnewsê Şehîd Wedat Hisên bû.
Bi vê boneyê biryarbû doh ji aliyê malbat û çalakvanan ve li se gora xwe bihata bibîranîn.
Lê çekdarên PDK’ê bi darê zorê nehişt çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Çekdarên PDK’ê êrişî beşdarên merasîma bîranînê kirin.
Di encama êrişa çekdarên PDK’ê de beşdarên çalakiya bîranînê bi darê zorê, lêdan û derbkirinê hatin belavkirin.
Her wiha hate zanîn ku di êrişê de, çekdarên PDK’ê bi qûntaxa kaleşnîkofê li xwişka şehîd Wedat Hisên dan.
Asayişa Dihokê rojnamevan Omêd Beroşkî binçav kir
Her wiha hat diyarkirin ku di dema êrişa çekdarên PDK’ê yên Asayişa Dihokê de rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Omêd Beroşkî hate binçavkirin.



