Komîteya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û Akademiyên Civaka Demokratîk yekemîn konferansa parêznameyan di bin dirûşma “Bi xwendin, famkirin û pêkanîna parêznameyan em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li bajarê Kobanê yê kantona Firatê li dar xist.
Li Kobanê yekemîn konferansa parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin.
Di konferansê de bi sedan kesên ji malbatên şehîdan, hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên mafên jinan, ekeolojîst, mamoste, bijîşk, ciwan û jin amade bûn.
Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre belgefîlmek li ser danasîn, têkoşîn û jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin û nirxandinên Omer Ocalan ên li ser rewşa dawî ya li Îmraliyê hat nîşandan.
Omer Ocalan got: ”Tecrîda li ser Rêber Apo ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, ji aliyê gelek hêzên ku qaşo xwe weke parêzvanên mafên mirovan didin nîşandan ve jî pêk tê.
Dixwazin tecrîdkirina fizîka wî re raman û bîrdoziya wî tune bikin.
Divê em weke pêkhate destên hev bigrin û bibêjin na ji qirkirin û siyaseta tunekirinê re. Em ê siyaseta demokratîk û jiyana hevbeş hilbijêrin.
Divê em dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Paşê konferans bi pêşkêşkirin mijarên pergala Îmraliyê, xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk, hevjiyana azad û zanista jineolojîk û ekolojîk birêve çû.
Konferans bi nirxandinan berdewam dike.



