Serokwezîrê Japonyayê Fumiyo Kişida ragihand ku ew ê meha bê nebe namzed ji bo serokatiya Partiya Lîberal Demokrat a desthilatdar.
Ev biryar tê wê wateyê ku ji bo serokatiya 4’emîn aboriya herî mezin a cîhanê dê lîderek nû were destnîşankirin.
Tê gotin ku dibe ku di pêşbirka serokatiya Partiya Lîberal Demokrat de namzetên jin hebin.
Serokwezîrê Japonyayê Fumiyo Kişîda ku anketan nîşan da ku piştgiriya gel a ji bo wî kêm dibe û ji ber ku navê wî di skandala bexşînê de derbas bû demekî dihat nîqaşkirin.
Fumiyo Kişîda diyar kir ku ew ê di meha Îlonê de ji rêveberiya Partiya Lîberal Demokrat derkeve.
Kişîda anî ziman ku “pêdiviya wî bi pêşbaziyek vekirî heye da ku rê li ber danûstandinan di partiyê de veke.
Serdema sê salan a Kişîda wekî serokwezîr bi skandal, lêçûnên jiyanê û lêçûnên parastinê re tomar bû.
Kişîda, roja Çarşemê di civîneke çapemeniyê de li ofîsa serokwezîr got:
“Di vê pêşbaziya serokatiyê de, girîng e ku Partiya Lîberal Demokrat ji raya giştî re nîşan bide ku dê bibe partiyeke nû.”
Ji bo vê jî hilbijartineke şefaf û azad û danûstandinên xurt lazim in.”
Biryara Kişîda dê bibe sedema pêşbaziyek ji bo serokatiya partiyê.
Lîderên potansiyel ên nû yên Partiya Lîberal Demokrat têne fikirîn ku wezîrê berê yê parastinê yê navendparêz Şigeru Işiba û wezîrê karê derve yê berê Taro Kono jî hene.
Tê gotin ku dibe ku di pêşbirka serokatiya Partiya Lîberal Demokrat de namzetên jin hebin.
Di vê senaryoyê de, dibe ku li Japonyayê cara yekem jin bibe serokwezîrek.
Navê Wezîra Karên Derve yê niha Yoko Kamikawa di nîqaşên namzediyê de hatiye gotin.



