Şêx û rûspiyên êlên kantona Minbicê piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriye Demokratîk re dubare kirin û gotin:
“Tenê QSD’û nûnertiya me dike. Em nahêlin ti alî fitneyê di navbera pêkhateyan de çêke.
Li şûna hêzên hikûmeta Şamê êrişî Dêra Zorê dike, pêwîst e dagirkeran ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derxe.
Şêx û rûspiyên Kantona Minbicê derbarê êrişên hêzên hikûmeta Şamê li dijî kantona Dêra Zorê nerazîbûn û helwest nîşan dan.
Di vê çarçoveyê de yek ji şêxên êla Benî Seîd Fehd Şilaş got ku ew weke şêx û êlên û hemû pêkhateyên Minbicê li pişt Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê disekinin.
Şêxê êla Benî Seîd: Em bi QSD’ê re ne û ji fitneyan re şiyar in
Fehd Şilaş daq zanîn ku her sê aliyên êrişkar di bin gelek navan de fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin.
Lê belê şiyarbûna şêniyên herêmê ev plan têk bir. Em ti carî tevlihevî û fitneyan li welatê xwe qebûl nakin.
Şêxê êla Benî Seîd Fehd Şilaş teqez kir ku ew bi hêzên xwe re, ji bo parastin ewlehî û aramiya herêmê yek dest in.
Şêxê eşîra Bobena: QSD’ê rê li ber planên hikûmeta Şamê û Tirkiyê digire
Şêxê eşîra Bobena Hisên Farûq El-Maşî jî got ku Tirkiyê û hikûmeta Şamê li vê dawiyê ji tiştekî pir xeter û xerab re propagandeyê dikin ku ew jî têkbirina ewlehiya û aramiya di nava gelên herêmê de ye.
Hisên Farûq El-Maşî da zanîn ku QSD’ê tenê nûnertiya pêkhateyên herêmê dike û dikarin rê li ber planên dagirkeran bigirin.
“Li şûna êrişî Dêra Zorê dikin bila herêmên dagirkirî ji Tirkiyê rizgar bikin”
Rûspiyê êla Benî Asîd şêx Mihemed Sadiq Asîdî jî got ku li şûna hêzên hikumeta Şamê Sûriyan dikuje, diviyabû dagirkeriya Tirk ji Sûriyê derxista.
Diviyabû berê xwe bida Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Ew dagirkirî ne, ne Dêra Zor.
Şêx Mihemed Sadiq Asîdî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êş û hêviyên Sûriyan yek e.
Em di heman keştiyê de ne ku zarokên me yên di nav QSD`ê û Rêveberiya Xweser pêşengiya wî dikin ta ku aramî pêk were.
Fermandariya Giştî ya hêzên QSD’ê bi şêx û rûspiyên Kurd re civiya



