Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozkir û got:
“Kurd û Kurdistanî bi Pêngava 15’ê Tebaxê li ber xwe didin.
Bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dê dewleta Tirk li bin keve û gelê Kurdistanê bi ser keve.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.
KNK: Dewleta Tirk bi her awayî hewl dide Kurdan tune bike
KNK’ê di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Kurdan û got:
“Di salvegera 40. ya 15’ê Tebaxê de, dewleta Tirk êrişkariya xwe bi hemû rê û metodan didomîne.
Dewleta Tirk li beramberî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd de ketiya nava aciziyeke kûr de.
Bi vê hirs û kînê, şer û êrişkariya xwe her diçe zêdetir dike.”
KNK: Gelê Kurd bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:
“Dewleta Tirk, bi navê Kurdî û çanda Kurd çi heye, ji xwe re dike armanc.
Lê belê ev liv û kiryar, hemî hewldanên pûç û bê ancamin. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê pêngava 15’ê Tebaxê, di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketin ya dewleta Tirk e.
Koalîsyona şerxwaz û êrîşkar ya AKP-MHP-Ergekonê, li ber têkçûnêye.”
KNK: Divê her kes tevlî pêngava Azadiya Rêber Apo bibe
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê behsa tecrîda li dijî Rêber Apo tê meşandin kir û wiha bi dawî kir:
“Mîmarê pêngava 15’ê Tebaxê Birêz Abdullah Ocalan, ev e 26 salin di zîndana Îmaraliyê de di bin zext û tecrîdeke girankirî de ye.
Ev rewş rewşeke xeternake û nayê qebûlkirin û divê hemî Kurdistanî û dostên Kurdan li hember vê rewşê di nava xebat û çalakiyan de bin.
Em bang li hemû Kurd û dostên wan dikin ku tevlî pêngava ‘Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ bibin.”
KNK’ê di dawiyê de Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû şehîdên azadiyê kir û soza şopandina rêya wan da.
Girtiyên PKK û PJAK’ê pêngava 15’ê Tebaxê li herkesî pîroz kirin



