Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst bi boneya pêngava 15’ê Tebaxê peyam şandin.
Dîlgirtiyên azadiyê cejna vejînê li herkesî pîroz kirin û gotin: “Em ê li ser şopa hevrê Egîd bimeşin û pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serketinê tacîdar bikin.”
Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de bi boneya pêngava 15’ê Tebaxê peyam şandin.
Dîlgirtiyên azadiyê cejna vejînê li herkesî pîroz kirin û gotin:
“Em ê li ser şopa hevrê Egîd bimeşin û pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serketinê tacîdar bikin.”
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da.
“Pêngava 15’ê Tebaxê bingehê ronakbirî û demokratîkbûnê ye”
Di peyama girtiyan ya 15’ê Tebaxê de wiha tê gotin:
“Ruhê azadiyê, hişmendî, îrade, wêrekî, fedakarî, rêxistinbûn û çalakiya ku Rêber Apo afirand, li ser vê bingehê pêş ket.
Êdî gelê me û bi deh hezaran fedayiyên ku xaka xwe diparêzin, li çiyayên Kurdistanê rê nadin teslîmiyet û xiyanetê.
Ev yek jî di heman demê de ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî tevgera ronakbirî û demokratîkbûnê ye.”
“Divê ev têkoşîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bilinkirin”
Girtiyan destnîşan kirin ku divê ev têkoşîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bilinkirin û wiha gotin:
“Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk asteke navneteweyî qezenç dike û mezin dibe.
Ev pêngav ji dost, dijmin û her kesî re nîşan daye ku ruhê 15’ê Tebaxê hîna weke roja ewil dewam dike.
Lewma divê herkes xwedî li pêngavê derkevin, mezin bikin û bibin Egîdê demê.”
“Ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin”
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:
“Ji bo bilindkirina têkoşînê em girtiyên PAJK û PKK’ê ji her demê bêhtir xwedî li têkoşînê derdikevin.
Di salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de soza xwe dubare dikin ku bibin layiqî Rêber Apo û şehîdên qehreman.
Di vê çarçoveyê de em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin.”



