Welatiyekî ku ji ber êrişên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê li dijî bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê birîndar bûbû, şehîd bû.
Koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê ji şeva sêşem-çarşema borî ve bajarokên gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi guleyên hawan û obîsan topbaran kirin.
Di encama topbaranan de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.
Di encama topbarana li dijî bajarokên Ebû Hemam û Keşkiyê de 14 welatî birîndar bûn, ji wan rewşa 2 welatiyan giran e.
Îro birîndarê bi navê Emar El Salih El Elî ku di nexweşxaneyeke Hesekê de dihat dermankirin şehîd bû.
Bi wê re hejmara şehîdan bûn 15 û birîndar bûn 26.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



